PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku di demeke nêzîk de wezîrê derve, Mike Pompeo serdana Rojhilata Navîn dike.
Cîgirê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Robert Palladino da zanîn ku serdana Wezîrê Derve di hefteya bê de dibe û di çarçoveya geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de, Pompeo dê serdana hersê welatên Îsraîl, Kuwêyt û Lubnanê bike.Derbarê serdana Pompeo bo Îsraîlê de, Palladino got: "Ti peyamek di serdana Pompeo ya Îsraîlê de nîne, Îsraîl welatekî hevpeyman e û em destê xwe naxin nav siyaseta navxwe ya ti welatekî din."Palladino herwiha li ser serdana Pompeo ya bo Kuwêytê de jî da xuyakirin: "Ev serdan, berdewamiya serdana berê ya wezîrê derve ye bo navçeyê ku 8 rojan berdewam kiribû."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin