PeyamaKurd- Li gor çapemeniya Rûsyayê wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygû li fermandarê HSDê yê giştî Mazlûm Abdî geriya û bi rêya video konferansê axifîne. Mijara wan li ser peymana navbera Tirkiyê û Rûsyayê bû ku dê çawa peyman bê bicîhanîn. Wezîr Şoygu bo Abdî gotiye ku dê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û parasatvanên sînor yên Sûriyê wê li ser sînor sîvîlan biparêzin û bi wê sedemê divê HSD wê derê terk bike.
Di hevdîtinê de gotiye ku serokerkanê Rûsyayê general Valery Gerasimov wezîfedarê bicîhanîna peymana navnera Rûsya û Ankara de, berpirsê terefê Kurda ye. Wezîr gotiye ku plana wan heye da jimara polîsên leşkerî yên ser sînor zêde bikin.
Fermandarê HSDê Abdî, bi sedema parastina Kurda li hemberê Tirkiyê sipasiya xwe bo Putin ragihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin