PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin ragihand ku wan bi sîstema S-400an ya parastina hewayî, li ser bihayê dolar nefirotiye Tirkiyê. Putin di forma ku ji aliyê banka VTB-Capital de, di mjara aliyê aborî ya firotina S-400an bo Tirkiyê de şiroveyan kir. Putin li ser pirsekî weha got:
“ Ez hêj nû bi serokê Tirkiyê re axifîm. Bi rastî tam nîv siet berê. Em li ser gelek mijaran axifîn. Îzna min bidin ez li ser peymana firotina S-400an bo Tirkiyê, peymana teknîkî-leşkerî bibîra we bixim. Eger me hesabê xwe li ser dolar bikira, wê ev peyman bi temamî nehata cî. Bi wê sedemê me rêyeka dinê dît. Tevî her tiştî me firotanê kir.”
Putin got ku ev ne tenê bo firotina S-400an lê di temamê alavên din de jî dibe. Ev tenê mînakekiye. Putin got, piştî ku Amerîka dolarê weka sîlih bikaranî, gelek dewlet ji xwe re li alternatîvan geriyan û weha dewam kir:
“Em terka dolar nakin. Hedefeka me ya weha tine ye. Dolar bi xwe terka me dike. Ew kesên ku biryarên dorpêçan dane, guleyan bera lingên xwe na, lê bera bedena xwe didin. Ji ber dema dolar weka baz (esas) digrin û hesaban dikin ku bi xwe re bêîstîqrariyê tîne, di aboriya dinyayê de, daxwaza peydakirina alternatîvan û sîstema peredayîna serbixwe dertê holê. Ez temînatê didim we, em ê terka dolaran bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin