Rûhanî: “Siyaseta Amerîka ya dij Îranê dê wiha dewam neke”

Rûhanî: “Siyaseta Amerîka ya dij Îranê dê wiha dewam neke”

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê ragihand: Ji ber plana deqîq a ku hatîye darêştinê, Amerîka di demeke dirêj de nikare sîyasetên dijî Îranê bidomîne.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di civîna aborî ya li gel hejmarek mamosteyên zanîngehên Îranê de, qedrê aborîzanên welêt ji ber piştgirî û raberkirina nêrîn û planên dilsozane ji bo kêmkirina pirsgirêkên aborî girt û got: Dewletê planên berfire ji bo sekinîna li hemberî şerê rewanî û aborî yê dijminan û çareserkirina pirsgirêkan heye.

Rûhanî pêgirî kir ku “derheqê pêşerojeke baştir gelekî hêvîdar im” û got: Dewletê planek darêştiye ku heta di rewşa girantir de wê di warê dabînkirina kelûpelên sereke de tûşî pirsgirêkê nebe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha pêgirî kir: Dijmin di şerê rewanî û aborî yê li dijî Îranê de wê rastî şikestinê bibin.

Di destpêka vê civînê de çend aborîzanan bi qasî 3 seetan nêrînên xwe raber kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin