"Amerîka dixwaze Sûriye û Iraqê dabes bike"

"Amerîka dixwaze Sûriye û Iraqê dabes bike"

PeyamaKurd - Şêwîrmendê Rêberê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî ragihand, ku Amerîkayê planek nû ji bo Iraq û Sûriyê amade kiriye û bi niyaz ku herdu welatan bi ser çend herêman ve dabeş bike.

Şêwirmendê sereke yê rêberê Îranê Elî Xamaney, Elî Ekber Welayetî di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa Iraq û Sûriyeyê axivî.

Elî Ekber Welayetî îdîa kir ku Amerîkayê planek nû bo Iraq û Sûriyê amade kiriye û got ku li gor wê planê Iraq bi ser 3 herêman û Sûriye jî bi ser 5 herêman ve tê dabeşkirin.

Şêwirmendê Xamaney li ser civîna Trump û Putin jî ku tê çaverêkirin roja Dûşemê pêk were, got ku qet hêviyek derbarê vê civînê de nîn e.

Elî Ekber Welayetî diyar kir ku eger Iraq û Sûriye daxwaz bikin ew ê hêzên xwe yên li wan welatan vekişînin û îdîa kir ku ew bi mebesta parastin wan welatan û têkbirina terorê li wan welatan in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin