PeyamaKurd – Wezîr Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, beşdarî fitareke navçeya Esenler a Stenbolê bû û li wir daxuyaniyên balkêş dan.
Suleyman Soylu pesnê Tirkiyeya bi serokatiya Erdogan da û diyar kir, “Tirkiye niha li Ukrayna, Iraq û Lubnanê û Azerbaycan-Qerebaxê heye û yên dixwazin Behra Spî ji destê me derxin jî bi lîdertiya serokomarê me em rê nadin wan.”
Herwiha Soylu got: “Em ne Tirkiyeya berê ne. Çawa ku me aramî aniye Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) em ê Sûriye û Iraqê jî ji bin destê Amerîka û Ewropayê rizgar bikin û aramiyê bibin wan deran.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin