PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê îro bi balafireka taybet ku ji Fransayê bi hewa ket, giha balafirgeha Îstenbolê. Pompeo di bin ewlehiyeka zêde de ji balafirgehê veqetiya û konwoyekî pê re meşiya.
Pompeo hefteya borî ragihandibû ku wê derê gerekî derveyê welat. Pompeo weha gotibû:
“Piştî roja înê ez ê herim Fransa, Tirkiyê, Gurcistanê, Îsraîlê, Qatarê, Îmaratan û Erebistana Si’ûdiyê.”
Pompeo got ku Donald Trump di aştiya Rojhilata Navîn û “normalîzebûna bi Îsraîlê” re serkeftiye û wê bi welatên herêmê re behsa vê pêvajoyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin