Li Florîdayê balafira taybet ket xwarê: 9 kes mirin

Li Florîdayê balafira taybet ket xwarê: 9 kes mirin

PeyamaKurd - Li eyaleta Florîdayê ya DYAê, balafireke taybet a cureya Learjet 60 ku ber bi Bahamayan ve diçû, li herêmeke niştecihbûnê ket xwarê û di encamê de 9 kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku pîlot beriya qezayê qala qeşagirtin û türbûlansê kiriye, û di kêliyên dawî de bi tirs gotiye: "Em ê li erdê kevin."

Wezîrê Veguhestinê yê DYA yê Sean Duffy mirina 9 kesan piştrast kir, di heman demê de Walî yê Florîdayê Ron DeSantis qeza wekî "ketina mûşekê" pênase kir.

Li herêmê piştî qezayê nêzîkî 600 kesî hatin valakirin û şandin herêmên ewle, û Lijneya Ewlehiya Veguhestinê ya Neteweyî (NTSB) derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.