PeyamaKurd - Endamê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Behmen Kake Ebdula da xuyakirin, heger aliyekî siyasî navê namzedên xwe yên kabîneya nû pêşkeş neke, wê hikûmet bêyî beşdariya wî aliyî bê pêkanîn.
Behmen Kake Ebdula ji medya Kurdistanê re ragihandiye, her çiqas aliyên siyasî dibêjin em amade ne jî hîn namzedên bo kabîneya hikûmetê pêşkeş nekirine û wiha axivî:
“Her aliyekî siyasî navê namzedên xwe pêşkeş neke, wê demê dê “Bêyî ku li benda wî alî em bisekinin, hikûmet dê bê pêkanîn, ji ber dema yasayî êdî namîne.”
Kake Ebdula da zanîn, dema pêkanîna hikûmetê heta 11.07.2019ê ye û ji ber wê jî navê namzedên wezîran eger bigihe parlamentoyê, dê berî 48 demjimêran civîna parlamentoyê bê ragihandin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin