Zavayê Erdogan bû sirîkê kompaniya çekan a dewleta Ûkraynayê

Zavayê Erdogan bû sirîkê kompaniya çekan a dewleta Ûkraynayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku têkiliyên wî bi Rûsyayê re baş in, li welatê Ûkrayna ku bi Rûsyayê wekî dijmin e re kompaniyan çekan ava kiriye.

Li gorî medya tirk, kompaniya çekan a zavayê Erdogan Selçuk Bayraktar bi kompaniya çekan a dewleta Ûkraynayê kompaniyeke çekan a şirîkatî vekir.

Hat diyarkirin ku şirketa Bayraktar digel şirketa hilberîna çekan a dewleta Ûkraynayê Ukrspetseskportê kompaniyeke şirîkatî vekiriye û dê herdu kompanî di wanên çekên hesasiyeta wan zêde û teknolojiyên hewayî-fezayî de hilberînê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin