PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navçeya Doxanşehrê di navbera karkerên demkî yê zîraetê de pevçûn derket û di encamê de 1 mir û 2 jî birîbdar bû. Bo mişmişan bicivînin malbatên ku çûbûn Meletiyê bi sedemekî ku nayê zanîn di navbera wan de pevçûn derket. Her dû alî jî mirovên hevin.
Di bûyerê de kesê bi navê N.D. bi demançê li Beşir D. dixe û Beşir D. li wê derê jiyana xwe ji dest dide. Kesê bi navê M.G. birîndar dibe û tîmên tenduristiyê wî dibin nexweşxane ya Perwerdê û Lêkolînê ya Meletiyê. Cenazê Beşir D. birine edlî Tiba Meletiyê.
Bo girtina N.D. xebatên hêzên asayîşê dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin