Amarên dawî hatin eskerekirin, Dr. Berzencî hisyarî da: Pêla duyem pir bilez e!

Amarên dawî hatin eskerekirin, Dr. Berzencî hisyarî da: Pêla duyem pir bilez e!

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 9ê Hezîranê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 142 haletên nû yên pêketina koronayê hatine tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 saetên borî de li Herêma Kurdistanê kesekî ji nexweşiya koronayê can daye û 142 kesên din jî pê ketine.

Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî li ser zêdebûna pêketina vîrusa koronayê hişyarî da û got, ger xelk pabendî rênimayan nebe hejmara tûşbûyan, ji hejmara niha jî wê zêdetir dibe.

Dr. Saman Berzencî, di civîna rojnamevanî de ragihand, ji sedî 75 ji haletên niha taybet e bi bilindbûna dûyemîn û veguhestina vîrusê di nav civakê de ku gelek bilez e.

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,466) kes in, di nav wan de, (28) haletên mirinê hene û (542) nexweş jî baş bûne û niha (896) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Ragihandina Wezareta Tenduristîyê:

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî: 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (13,589) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,448) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (228) li Hewlêrê, (23) li Silêmanîyê û (1197) li Duhokê. (12,141) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (733) Hevwelatî ne. 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,273) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (1140) li Hewlêrê, (688) li Silêmanîyê, (400) li Duhokê, (39) li Germîyan û (6) Helebce. Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 90,106 pişkinîn bûne. 

Encam:

Encamên 24 demjimêrên burî,  (1) can jidestdan û (142) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (44) tûbûn li parêzgeha, (62)tûşbûn û yek haleta mirinê li parêzgeha Silêmanîyê, (33) li Rêveberîya Germîyan, (1) tûşbûn li parêzgeha Duhok û (2) jî li parêzgeha Helebce. 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,466) kes in, di nav wan de, (28) haletên mirinê hene û (542) nexweş jî baş bûne û niha (896) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin. 

Wezareta Tenduristîyê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin