Pasdarên Îranê çêlekên xelkê gundên Sîdekanê dizîn û li mezatê firotin

Pasdarên Îranê çêlekên xelkê gundên Sîdekanê dizîn û li mezatê firotin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku pasdarên Îranê bi hinceta sînor dabezandine, bi dehan sewalên xelkê gundên Sîdekanê dizî ne û piştre firotine.

Li gorî ragihandina rêveberê bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ku ji BasNewsê re axiviye, çend rojên borî ji aliyê rûniştvanên gundê Jûlya ya ser bi nehiyeya Sîdekanê ew hatine agahdar kirin ku sipaha pasdaran 26 ser çêlek û sewalên wan bi bahaneya sînor derbas kirine ji xwe re birine û piştre jî ew sewal di mezatê de wek malê xwe firotine.

Çelebî got: “Me jora xwe ji vê bûyerê agahdar kiriye û bi rêya beşa yasayî ya parêzgeha Hewlêrê ve axaftin li gel zêrevanên sînor hatiye kirin, ku nivîseke fermî bi rêya peyvendiyên fermî ve daxwaz li Îranê hatibû kirin ku, ew hemwelatî bên qerebû kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin