Artêsa Iraqê YBSê hisyar dike

Artêsa Iraqê YBSê hisyar dike

PeyamaKurd - Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Nînova, Fermandarê Firqeya 15 a Heşda Şeibî û çend fermandarên din ên artêşa Iraqê ku ji Baxdayê hatine Şingalê û derbarê şerê doh yê di navbera YBŞ û hêzên Iraqî de bi YBŞê re civiyane.

Di civînê de fermandarên Iraqî daxwaz ji YBŞê kir, nabe hêzên wan li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de tu pirsgirêk û astengiyan ji tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê re çê bikin.

Herwiha Nicim Cibûrî ji hêzên YBŞê re gotiye, di egera pabendnebûna bi rênimayan, divê ew hemû hêzên xwe ji wî sînorî dûr bixin.

Ev piştî wê yekê tê, şeva bûrî şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Heşda Şeibî li nêzîkî Şingalê derket û di encamê de 2 çekdarên Heşd hatin kuştin û hejmarek ji her du aliyan birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin