PeyamaKurd – Koçka Spî derbarê bûyerên li Iraqê de nîgeraniya xwe anî ziman û bang li hikûmetê kir ku dawî li tundûtûjiya li dijî çakageran bîne û hilbijartinekê pêşwext lidar bixe.
Di daxuyaniyê de hatiye zimên ku êrişên li dijî çalakger, aktîvîstên sivîl û medyayê û astengkirina înternetê cihê daxê û nîgeraniyê ye

Tê gotin ku rejîma Iraqê, ji bo bergirtina çalakiyên aştîxwaz komên çekdar bi kar tîne û dê gele Iraqê bêdeng nemîne û tevî astengkirina înternetê jî dê xelk dengê xwe bigihîn cîhanê.
Di heman daxuyaniyê de bang li hikûmetê tê kirin ku dawî li tundûtûjiya li dijî çakageran bîne û hilbijartinekê pêşwext lidar bixe.
Gelê Iraqî li çendîn bajar û navçeyên Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya ximetguzariyan protetoyan li dar dixin û çalakiyan birêve dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin