Bi sedema taziyê di 75 kesan de Kovid-19 derket

Bi sedema taziyê di 75 kesan de Kovid-19 derket

PeyamaKurd- Çend roj berê li Wanê li navçeya İpekyoluyê taziye hatibû danîn û di encamê de çend kesên ku bi wan re Kovid-19 hebûn, ji wan Kovid-19 belav bû. Duhî Hêjmara nexweşan gihabû 42 kesan lê testên ku heya niha hatin kirin nîşan didin ku vîrus gihaye 75 kesan.

Parêzgeriya Wanê ragihand ku taziye û mewlûd û tiştên weha ku divê xelk were cem hev, hatine qedexekirin û kesên ku li pey qedexeyan neçin, bila hemwelatî telefona 155 ya polîsan û 156 ya cendirmeyan bikin da dewlet karibe mudaxele bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin