Operasyona tehliyekirina ji Iraqê: Karwana yekem gihişt welat

Operasyona tehliyekirina ji Iraqê: Karwana yekem gihişt welat

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku welatiyên Iraqî yên li welatên cuda asê mane, di encama hevrêziya bi aliyên pêwendîdar re, ji bo welêt hatine vegerandin.

Di daxuyaniya ku îro (Yekşem, 15ê Adarê, 2026) ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku koma yekem a welatiyên Iraqî yên li Misrê bi rêya deriyê sînor ê Arar li Erebistana Siûdî ji bo welêt hatine vegerandin.

Hat destnîşankirin ku amadekarî ji bo vegerandina welatiyên Iraqî yên li Hindistanê asê mane, bi taybetî yên ku ji bo dermankirina bijîşkî çûne wir û niha li nexweşxaneyan in, didomin.

Bi heman awayî, hat gotin ku têkilî ji bo vegerandina welatiyên Iraqî yên li Lubnanê bi rêya Urdunê berdewam dikin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê soza xwe ya ji bo vegerandina hemû welatiyên Iraqî yên li derveyî welêt bi hevrêziya bi saziyên pêwendîdar re dubare kir.