PeyamaKurd – Opozîsyona Sûriyê ya di bin banê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Muxalîf de ku ji destpêkê ve ji deshilatdariya Tirkiyê piştgiriyê distîne, nûnertiya xwe ya paytexta Tirkiye Enqereyê digire.
Yek ji rêveberê opozîsyonê Abdullah Gedo, daxistina ofîsa Enqerê ragihand û wekî sedem jî pirsgirêkên darayî nîşan da.
Gedo diyar kiriye ku biryara girtina nûnertiya opozîsyonê di çarçoveya plana budçeyê de hatiye wergirtin û heta ku ji derekê budçeyê peyde nekin wê ofîsa Enqerê girtî be.
Li aliyê din tê gotin ku opozîsyona Sûriyê li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê ofîsa xwe digire ku beriya niha alîkariya darayî jî dida wan.
Ofîsa opozisyonê ya li Enqerê sala 2016an di çarçoveya xebatên bo penaberên Sûriyê ligel Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hatibû vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin