PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê bi rêya telefonê bi serokê Sûriyê bi Beşer Esed re axifî. Putin di mijara hevdîtina duhî ya navbera heyeta Tirkiyê û heyeta Rûsyayê de axaftinên an ku lihevkirinên ku li ser Idlibê hatin kirin, wan ji Esed re neqil kir.Li gor ji Kremlînê hat ragihand; Putin bo Esed gotiye ku ew xalên bi Tirkiyê re li serê lihev kirine wê li Idlibê aramiyê çêbike.
Li gor ragihandina çapemeniyê; Esed encama hevdîtinên navbera Tirkiyê û Rûsyayê bi erênî nirxandiye û bi sedema têkoşîna li dijî rêxistinên terorê li Idlibê û parastina yekîtiya axa Sûriyê mennetdariya xwe bo Putin ragihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin