PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve ku digel artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kirine, li navçeya Şiyê 47 kesên sivîl revandin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çekdaran 27ê Tîrmehê, ji gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê 4 kesên sivîl revandin.
Navên kesên revandî weha ne :
Rêxistinê diyar kir ku navên wan kesan; Ferîd Xelîl Sîdo (20 salî), Fewzî Nûrî Hesen (30 salî), Ismet Ehmed Xelîl (27 salî) û Kemal Hesen Ehmed (28 salî) ne.
Rêxistinê da zanîn ku çekdaran ew ji bo fîdyeyê ji malbatên wan bistînin revandine ku gelek caran bûyerên bi vî rengî rû didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin