Efrîn | Koma El Mûntesîr Billeh dest danî ser 2 hezar û 400 darên zeytûnan

Efrîn | Koma El Mûntesîr Billeh dest danî ser 2 hezar û 400 darên zeytûnan

PeyamaKurd - Komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li Efrîna dagirkirî ya Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî din revandin û dest danîn ser 2 hezar û 400 darên zeytûnan.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve, welatiyê kurd ê bi navê Heysem Heyder revand ku ji Navçeya Cindirisê ye û çarenivîsa wî nediyar e.

Rêxistinê diyar kiriye ku li Navçeya Raco jî hejmarek çekdarên bi ser koma çekdar El Mûntesîr Billeh (Liwa al-Muntasir billah) li Gûndê Emro Ûşaxî dest danîne ser 2 hezar û 400 darên zeytûnan. ‌

Herwiha heman koma çekdar dest danîye ser mal û milkên hejmarek gûndiyan ku malbatên xwe li wir bicih bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê herwiha daye xuyakirin, 14ê Cotmehê, îstîxbarata Tirkiyê li bajarê Stenbolê welatiyekî bi navê Mistefa Bekr ji navçeya Şiyê bi hinceta têkiliya wî bi PYD re heye desteser kiriye ku çarenivîsa wî jî nediyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin