PeyamaKurd – Navenda Elok ya Serê Kaniyê ku li ser bajarê Hesekê ve ye, ji nû ve dest bi kar kir.
Li gor Dezgeha Avê ya Hesekê ya Hikûmeta Sûriyê li hesabê xwe yê tora civakî diyar kir, do ava vexwarinê gihîşt hejmarek taxên Hesekê.
Nêzîkî mehekê ava vexwarinê ji navenda Elok ya li Serê Kaniyê ve ji aliyê komên çekdar ve li ser bajar û gundên Hesekê hatiye qutkirin. Li gor raportên medyayî, ew navend ji 3 rojan ve careke din dest bi kar kiriye.
Jêdera ava Hesekê, navenda Elok e ya li gundewarê bajarê Serê Kaniyê ye. Piştî dagirkirina bajêr ji zêdeyî salekê ve, ev cara 9emîn kar li navendê ji aliyê artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tê rawestandin û di encamê de nêzî yek milyon kes li Hesekê û gundewarê wê bê av dimînin.
Li gor hat diyarkirin, Wezareta Derve ya Sûriyê du nameyên cuda ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re şandibûn û tê de daxwaz kiribû, destêwerdanê bikin û fişarê li Tirkiyê bikin ji bo kar li westgeha Elok careke din were kirin û av ji ser bajarê Hesekê neyê qutkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin