Siûdî: Hejmarek zêde dronên Îranê hatin pûçkirin

Siûdî: Hejmarek zêde dronên Îranê hatin pûçkirin

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî eşkere kir ku pergalên wan ên parastina asmanî di demjimêrên dawî de hejmareke zêde ya balafirên bêmirov (dron) ku santral û tesîsên petrolê yên li Herêma Rojhilat û Riyadê dikirin armanc, asteng kirine û pûç kirine.

Berdevkê Wezareta Parastinê Turkî El-Malikî diyar kir ku ev hewldanên leşkerî ji nav axa Iraqê ve ji aliyê milîsên girêdayî Îranê ve hatine kirin.

Rêveberiya Riyadê destnîşan kir ku mafê wan ê parastina welat û derfetên wan jî hene ku biryara bersivdanê di dem û cihê guncav de bidin.

Bandora aloziyên herêmî li ser ewlehiya kendavê

Hêjayî gotinê ye, ev êrîşên nû nîşana geşbûna rageşiya navbera DYA û Îranê ne ku ewlehiya hemû welatên Kendavê dixe xetereyê. Ev êrîşên leşkerî yên li ser navendên enerjiyê, piştî aloziyên li derdora Tengava Hurmizê û geşedanên bi piştgiriya Brîtanyayê re, krîza aborî û metirsiya dorpêçên nû kûrtir dikin.