PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk îro 28ê Kanûnê li li Rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê dewriyeya 38emîn encam dan.
Di dewriyeya hevbeş a ku di çarçoveya rêkeftina Rûs-Tirk a Soçiyê de bi hinceta dûrxistina hêzên HSDê ji sînoran têne encamdan de, 5 panzêrên Rûsî û 4 jî yên tirk cî girtin. Herwiha helîkoptêrên rûsî jî çavdêriya dewriyeyê kirin.
Dewriye ji deriyê Şîrk ê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir, di nava gundên navçeya Dirbêsiyê yên Şîrk, Melek, Delîk, Aliya, Dehir El-Ereb û Kesra re geriya û heta gundê Qeyrewan, Teilik, Kerkend, Idêşan, Qinêtre û Qirmaniyê berdewam kir.
Piştî dewriyeyê hêzên rûsî vegeriyan baregeha xwe ya li Qamişloyê yên tirk jî vegeriyan deriyê Şîrk ê sînorê bakurê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin