Rayedarê leskerî yê bizava Sedr hat kustin

Rayedarê leskerî yê bizava Sedr hat kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku rayedarekî endamê Bizava Sedr ku Rêberê Şîeyan Muqteda es-Sedr seroktiya wê dike, li herêma Eş Şule ya Bexdayê di encama sûîqestekê de hat kuştin.

Li gor zanyariyên çavkaniyên ewlekariya Iraqê, rayedarê leşkerî yê Bizava Sedr, Huseyîn el Hîcamî ku endamê hêzên Seraya es-Selam e, rastî êrîşeke çekdarî ya kesên nenas hatiye û jiyana xwe ji dest daye.

Hat zanîn, Hîcamiyê hatiye kuştin di heman demê de karmendê wezareta tenduristiyê bûye û termê wî rayedarê Sedr rakirina morga tiba edlî ya Bexdayê.

Hîn daxuyaniyeke fermî li ser vê êrîşê nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin