PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Îranê doh 23yê Nîsanê roja Yekşemê dema hejmarek kolber ji sînorê Bane devera Banemernê vedigeriyan bi otomobîlên leşkerî ajotin ser wan.
Li gorî nûçeya Kurdpayê kolberê Kurd yê bi navê Mimehedletîf Ehmedpûr yê xelkê bajarê Bane yê 36 salî ku, hêzên Îranê bi otomobîla leşkerî ajotile ser bi giranî birîndar bûye û ji ber kûrahiya birînan jî jiyana xwe ji dest daye.
Çavkaniyan diyar kiriye ku hêzên Îranê bi zanebûn otomobîl ajotine ser kolberan û kolberê bi navê Mimehedletîf Ehmedpûr, stû û nav milê wî dişkin û ji ber kûrahiya birînan bo nexweşxaneya Şefa ya Seqizê hatiye vediguhestin.
Hat zanîn ku piştî kolberê Kurd li nexweşxaneyê can dide, fermandarê hêzên Îranê yê li Baneyê Kemal Xidirî, bi malbata wî re pêwendî daniye û gef li wan xwariye, cenazeyê xwe bêyî amadebûna xelkê bispêrin axê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin