Trump: Rapor roja Sêsemê amade dibe

Trump: Rapor roja Sêsemê amade dibe

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser nûçeyên derbarê CIA bi delîlên berdest gihîştiye encama ku Cemal Kaşikcî bi fermana Prensê Welîehd Muhammed bin Selman hatiye kuştin, axivî.

Trump got, “Hîn ti nirxandinek nekirin. Ji bo vê zû ye. Rapor hîn nehatiye temamkirin.”

Serokê Amerîkayê herwiha daxuyakirin, “Di nav du rojên pêşiya me de, Duşem yan jî Sêşemê em ê rapora dawî bistînin û dê temam bibe.”

Trump li ser pirsan tekez kir ku dê roja Sêşemê rapora kuştina Kaşikcî ya CIAyê amade bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin