Otobus li lingê pira peyayan ket: 5 mirî û 15 birîndar hene

Otobus li lingê pira peyayan ket: 5 mirî û 15 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Ankara li navça  Kahramankazanê otobusa gel ya taybet li dîreka an ku sitûna pira peyayan ket û di encamê de 5 kes mirin û 15 kes birîndar bûn.

Rêya Ankara-Îstanbolê bû weka bazara canî ûlideverê lêkolînên edlî û teknîkî destpêkirin.

Qeza berê siba qewimî û qeza li ser ajotvan desthilata otobusê ji dest çû, çêbû. Tîmên îtfaiyê ji bo rêwiyên di otobusê de asê mabûn rizgar bike, bê navber xebitîn.

Tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê kontrola xwe kirin û dîtin ku 5 kes li ciyê qezayê can dane. Tîm her 15 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên li der û dorê yên kamil.