PeyamaKurd – Li welatê Bangladeşê otobusa ku li ferîbotê bar dibû, ket nav ava Çemê Padmayê. Di encama lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyên 26 kesan derxistin.
Li gor xebera The Daily Starê rûdan li Bangladeşê li herêma Rajbarî, otobusa ku 40 kes tê de bûn dixwest here nav ferîbotê lê ket nav ava çem.
Ji bo rizgarkirinê tîmekî ji 10 kesan dixebite ku lêgerînê bike. Di xebatê de artêş, polîs û hêzên ewlehiya peravê jî dixebitin da destekê bidin tîmê.
Ji 26 cesedan cesedê 22 kesan teslîmê malbatên wan kirine û li gor ragihandina rêvebirê parastina sîvîl û îtfaiyê yê Rajbari, xebata wan ya ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.