PeyamaKurd – Li bajarê İsparta yê Tirkiyê li ser rêya İsparta-Konya otomobîlekî ji pare li kamyonetekî xist û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Di qezayê de ajotvan Muzaffer Ö. û Mustafa P. birîndar bûn. Ji bilî wan ew kesên di erebeyan de bûn yên bi navên Talha C., Serdar D., Esma P., Şerife P., Asaf Emin P. û Abdullah Taha P. jî birîndar bûn.
Piştî tîmên tenduristiyê û cendirme çûn ciyê qezayê, birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Şarkikaraağaç û ya nexweşxana dewletê ya Hüyükê.