PeyamaKurd – Wexta 60 rojan ya agirbesa di navbera DYA û Îranê de, di hefta pêşiya me de diqede. Lê çavkaniyên Pakistanê ragihandin ku her dû teref li ser dirêjkirina wexta agirbesê li hev kirine. Zebta Lihevkirina Îslamabadê di 17ê Tebaxê de diqede.
Hat ragihandin ku dirêjkirina wexta agirbesê bi peyaman kirine û ji hev re peyaman şandine. Çavkaniyên Pakistanê ji bo AAyê gotine:
“Her dû teref ji bo navbeynkaran erêkirina dirêjkirina agirbesê şandine. Lê wê agirbes ji bo çiqas wextî dirêj bikin, ji bo di mijarê de biryarê bidin, ji hev re peyaman dişînin.”
Bi biryarê re di bazara petrolê de bihayê varêla petrolê daket.