PeyamaKurd – Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif ji serokê DYAyê Trump xwest ku ji bo 2 hefteyan agirbesê ragihîne û ji rêvebiriya Îranê xwest ku ji bo 2 hefteyan Buhira Hurmizê veke. Şerîf got ku ji bo di herêmê de aştî bibe û dîplomasî bimeşe ev pêwistin.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif, di ser hesabê medya civakî de got ku ku dîplomasiya di navbera DYA û Îranê de bi xwurtî dimeşe û dewam kir:
“Ji bo di Rojhilata Navîn de şerê dimeşe, ji bo di rêya aştiyane de çareser bibe, xebatên dîplomatîk bi awayekî xwurt û bi bandor dimeşe û tê de heye ku di wexteka nêz de encamên berbiçav dibe.
Ji bo îznê bidin da di rêya seyra dîplomasiyê de her tişt bimeşe, ji serok Trump rica dikim ku 2 hefte agirbesê dirêj bike. Weka niyeta baş Pakistan ji birayên Îranî dixwaze ku Buhira Hurmizê ji bo 2 hefteyan serbest berde.”