PeyamaKurd – Lîderê rûhanî yê Katolîkên dinyayê û hem serokê dewleta Vatikanê Papa Franciscus bang kir ku zûtir agirbes di navbera Hamasê û Îsraîlê de bibe, mijar gelek lezgîne û ji bo çareseriyê jî got ku çareseriya 2 dewletî rêyekî başe.
Papa Franciscus di sala 2014an de bi serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas, bi serokkomarê Îsraîlê Şimon Peres û Patrîkxana Fener Rumê bi Bartolomeos re li baxçên Vatikanê ‘Dia Aştiya Rojhilata Navîn’ xwendibû. Niha jî di salvegera dehem ya di’ayê de Papa axifî:
“Ji bo şer biqede ez her roj di’a dikim. Îsraîl, Yahûdî, Misilman û Xîrîstiyanên li Fîlîstînê eziyetê dikşînin, ez wan difikirim. Ez difikirim bê ji enqazên Xezzayê aştî derê, çendîn girînge. Dixwazim agirbes çêbibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin