Papa, bang li Putin û Zelenskiy kir: Werin Vatîkanê!

Papa, bang li Putin û Zelenskiy kir: Werin Vatîkanê!

PeyamaKurd- Rêberê ruhanî yê Katolîkan Papa Francis, bang li Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy kir ku werin cem hev û hevdîtinan bikin.

Banga Papa Francis, ji aliyê Serokê Yekîtiya Bawermendên Kevin ên Cihanê Leonid Sevastyanov ve bi rêya daxuyaniyek hat ragihandin.

Leonid Sevastyanov diyar kir ku Papa di derbarê mijarê de agahî dane û ragihandiye ku di serî de lidarxistina konferansa bi mijara ewlehiyê ya li Ewropayê ku Rusya, Ukrayna û Yekîtiya Ewropayê (YE) tevlî bibin, Vatîkan amade ye ku hevdîtinan bike.

 Hat diyarkirin Papa di banga xwe de xwestiye di hevdîtinên li Vatîkanê bên kirin de Volodimir Zelenskiy û Vladimir Putin li rêyên çareseriya qeyranê bigerin.

Her wiha hat ragihandin ku Papa bi sekina xwe ya bêalî, ji bo ihtilafa Ukraynayê çareser bike, endamekî guncav ê navbeynkariyê ye û hat bibîrxistin ku beriya niha jî Papa ji ber şerê ku daye destpêkirin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin şermezar kiribû.
 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin