PeyamaKurd- Rêberê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, li ser rewşa aloziya Peymana Genim a Rusyayê axivî. Papa bang li Rusyayê kir ku vegere ser peymanê.
Papa, piştî nimêja kevneşopî ya yekşemê, ji şibaka ofîsa Vatîkanê ya li meydana navdar a Azîz Petrursê, xîtabî girseyê kir.
Papa da zanîn ku genim, ji bo xwarina mirovahiyê diyariya Xweda ye û got, "Em ji bo Ukraynaya ku êş kişandiye dest ji duayan bernedin, şerê li vir genim jî di nav de her tiştî ji holê radike û ev yek li hember Xweda, tawanekî giran e.”
Rêberê ruhanî yê Katolîkan bal kiaşnd ku bi milyonan mirovên ku ji birçînan xwe dikişînin qîriyan û got, "Ez bang li birayên xwe yên rayedarên Federasyona Rusyayê dikim ku Peymana Deryaya Reş vegere û genim bi awayekî ewlehî were veguheztin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin