Papa, li Bahreynê bang kir: Çekan bêdeng bikin!

Papa, li Bahreynê bang kir: Çekan bêdeng bikin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Vatîkanê û Rêberê Rûhanî yê Katolîkan Papa Franciscus, di serdana xwe ya ku li Bahreynê kir de bal kişand ser şerê navbera welatan û banga bêdengkirina çekan kir.

Papa Franciscus, di serdana xwe ya ku li paytexta Bahreynê ya Manamayê kir de li Koşka Sahirê ligel Key Hamed bîn Îsa El Xelîfe hevdîtinek kir.  

 Papayê ku cara yekemîn e serdaneke fermî li Bahreynê dike, piştî hevdîtinê ligel Keyê Bahreynê daxuyaniyeke hevpar da. Papa di daxuyaniya xwe de got ku

“Ji bo ku hêviyên mirovan ên aştiyê bên şînkirin û mirov di nav aştiyê de bijîn, ez hatime Bahreynê û ez ê beşdarî Forûma Diyaloga Rojhilat û Rojava bibim.”

Papa Franciscus, di axaftina xwe de li ser şerên ku di nav welatan de tên kirin jî axivî û got,

“Divê ji bo nifşê nû, li ber gefan bergirên pratîk û demdirêj bên danîn ku hîn dereng nebûye. 7 sal in li Yemenê pevçûnên ku di navbera hêzên hikûmeta Yemenê û Husiyan de dewam dikin hene û ji ber van pevçûnan, gelê Yemenê êşa şerekî ku hatiye jibîrkirin dikişîne. Divê çek bên redkirin.

Ez li dijî derdikevim; bila çek bêdeng bibin û em li her deverê bi awayekî ji dil li aştiyê bigerin.”

Key Hamed bîn Îsa El Xelîfe jî bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê ku ji 24ê Sibatê ve berdewam e û da zanîn ku ev şer bandora xwe ya neyînî li ser ewlehî, aborî û siyaseta cîhanê dike û bang li aliyan kir ku şer rawestînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin