Parêzera mafên mirovan Nasrin Sotoudeh li Tehranê hat binçavkirin

Parêzera mafên mirovan Nasrin Sotoudeh li Tehranê hat binçavkirin

PeyamaKurd – Lehenga mafên mirovan û girtiya siyasî ya berê parêzer Nasrin Sotoudeh, êvara Çarşema borî li Tehranê, avêtin ser mala wê û wê xistin binçav.

Dema avêtin ser mala wê, ew û diya xwe Mehraweh Xandan li malê bi tenêbûn. Rayedarên Îranê li malê geriyan û komputerên wê û ya zilamê wê ya Riza Xandan, telefonên wan yên destî û alavên wan yên elektornîk yên taybet bi xwe re birin.

Riza Xandan berê li dijî sergirtinê derketibû û bi sedema heman sûcî niha di zîndanê de ye. Kes nizane Nasrin Sotoudeh birine ku derê û dê kîjan sûcan bi bal wê de bidin.