Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêk anîn

Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêk anîn

PeyamaKurd - Li demeke ku bi navbeynkariya Amerîkayê danûstandinên avakirina herêma ewle bi Tirkiyê re têne kirin û Tirkiye gefên destwerdana Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê dixwe, parêzerên Abdullah Ocalan ku piştî hilbijartinên herêmî destûra serdanê nedihat dayîn, îro 7ê Tebaxê bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn.

Buroya Asrin Hiqûqê ya parêzeriya Ocalan dike, ragihand ku îro du parêzerên buroyawan Prz. Newroz Uysal û Prz. Rezan Sarica bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.

Ev hevdîtin di demeke ku hevdîtinên Amerîka-Tirkiyê li ser herêma ewle gihîştin encamê tê ku tê çaverêkirin parêzer daxuyaniyên Ocalan demeke nêzîk belav bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin