Parêzgeha Orduyê li ser alava deryayî daxwuyanî da

Parêzgeha Orduyê li ser alava deryayî daxwuyanî da

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Oduyê li navça Ünye alavekî deryayê li peravên ava Derya Reş dabû û li wê derê rawestiyabû. Li ser dîtina xelkê, telefon dabûn hêzên asayîşê û hêzên asayîşê çûbûn ciyê bûyerê. Li ser mijarê parêzgeha Orduyê daxwuyanî da û got:

“Li navça Ünye li gundê Yücelerê di 20ê Adarê de, alava deryayê ya bêmirov li peravê gund xistiye û di 21ê Adarê de, Roja Şemiyê seet di 14.00an de pisporên fermandariya grûba S.A.S. ê, li serê lêkolînê kiriye û di encamê de dîtine ku alav aktîfe û muhîmmat barkiriye.

Tîma pispor alavê ji peravê Derya Reş 4 km dûr kiriye û bi kontrol, alavê îmha kiriye.”

Nehat ragihandin bê alav ya kîjan dewletiye an jî gelo ya Tirkiyê ye.