PeyamaKurd - Piştî biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji hikûmeta Sûriyê jî daxuyaniyek hat.
Parlamentarê Sûrî yê Serokê Lijneya Karûbarên Erebî û Derve di Parlamentoya Sûriyê de, Butris Mercane li ser biryara Amerîkayê ji medya Sûriyê re daxuyakirin, ew ji cidîyeta Amerîkayê bi guman in û got: “Divê bê kirin, ne ku bê gotin”.
Butris Mercane herwiha li ser biryara vekişînê da xuyakirin ku heger Amerîka vekişe ev tê wateya mikurhatina serkeftina Sûriyê.
Mercane bal kişand ser gefên operasyonê yên Tirkiyê li ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku pêwendiyeke bihêz ya vekişînê ligel vê yekê heye.
Butris Mercane li ser hevkariya Amerîkayê bi Kurdên Sûriyê re jî got, “Amerîka berjewendiyên xwe hene û xelkê bi kirê digire ji bo ku karê xwe pê bike. Kirêgirtî dê her kirêgirtî bimînin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin