PeyamaKurd- Parlamentera Azerbaycanê Ganire Paşayeva ku ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniyê, li Bakuyê hat binaxkirin.
Li gorî ragihandina çapemeniya Azerbaycanê, nimêja cenazê ya Paşayeva ya ku di encama nexweşiya xwe de jiyana xwe ji dest dabû, li Mizgefta Haydar a paytextê hat kirin.
Hat diyarkirin ku tevî malbat û xizmên Paşayeva gelek siyasetmedar û bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
Ganire Paşayeva, di 24ê Adara 1975an de li bajarê Tovuz a Azerbaycanê ji dayîk bûye û Beşa Pizîşkiya Zarokan a Zanîngeha Bijîşkî ya Azerbaycanê û Beşa Hiqûqa Navneteweyî ya Zanîngeha Dewleta Bakuyê kuta kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin