Li Derya Reş bi dronê li keştiyekî bar xistin û 2 Azerî mirin 

Li Derya Reş bi dronê li keştiyekî bar xistin û 2 Azerî mirin 

PeyamaKurd – Werzareta karên derve ya Azerbeycanê ragihand ku li Derya Reş keştiya ku welatiyên Azerbeycanê tê de dixebitîn ya bi navê 'TEDY' ku bar hildigirt, bi dronê lê xistine û di keştiyê de 2 welatiyên Azerî mirine û 2 welatî jî birîndar bûne.

Êrîş, di 9ê Êlûn a 2026an de bûye, di encama êrîşê de Aslan Aliyev û Asim Gasimov mirine û kesên bi navên İmran Novruzov û Rauf Aliyev jî birîndar bûne. Birîndaran birine nexweşxana li bajarê Çernomorskê yê Ûkraynayê.

Wezaretê ragihand ku ji bo cenazên 2 Azeriyan bişînin welat û tedawiya her dû birîndaran bikin, balyozxana Azerbeycanê ya li Ûkraynayê xebata xwe bi koordine dike.

Wezaretê sersaxiyê da malabatên her 2 kesên Azerî û got ku ciyê asayîşa bi temamî lê nebe bila welatiyên Azerbeycanê lê negerin.