Li Hewlêrê 8 dronên bombarkirî hatin xistin

Li Hewlêrê 8 dronên bombarkirî hatin xistin

PeyamaKurd - Dezgeha Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku 8 dronên bombarkirî li Hewlêrê hatine xistin.

Dezgeha Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro sibê 8 dronên bombarkirî li ser Hewlêrê xistine xwarê.

Dezgehê diyar kir ku di encama xistina dronan de tu qurbanî an birîndar çênebûne.