Li Hewlêrê 4 dronên din hatin xistin

Li Hewlêrê 4 dronên din hatin xistin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 4 dronên li Hewlêrê êrîş dibirin ser Konsulxaneya Amerîkayê ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatin xistin.

Li gorî zanyariyan, 4 dronên ku Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê dikirin armanc, ji aliyê sîstema parastinê ve hatin rûxandin.

Hate ragihandin ku di encama vê êrîşê de ti zirarên canî û madî çênebûne.

Li parêzgeha Besrayê ya li başûrê Iraqê jî êrîşeke bi balafirên bêmirov pêk hat. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku di bûyerê de ti zirarên madî an jî birîndarî çênebûne. Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo tespîtkirina çavkaniya vê êrîşê dest bi lêpirsînê kirine.