PeyamaKurd- Nûnerê Kurdên Şebek yê li parlamentoya Iraqê Selîm Şebek got ku heye ku IŞÎD bi navekî dî derkeve û ji hikûmeta Iraq û Kurdistanê xwest ku hinek tedbîran bistînin.
Wekîlê Kurdên Şebek yê li parlamentoya Iraqê Selîm Şebek got ku li Deşta Nînowayê IŞÎD careke dî xwe organîze dike. Dibe ku vê carê bi navekî cuda organîze bibin. Ku tiştekî wiha bibe, dîsa bi hezaran insan wê bar bikin û mal û welatê xwe terk bikin.”
Selîm Şebek wiha berdewam kir: “Li Deşta Nînowayê Heşdî Şebî jî bi dizî alîkariya IŞÎDê dike. Di demeke nêzîk de rêxistineke cuda wê ji endamên IŞÎDê derbikeve. Ev rêxistin wê di destpêkê de Kurdê Şebek û Kakeyî û filehên li Deşta Nînowayê hedef bigire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin