PeyamaKurd- Parlamentoya Iraqê ragihand ku roja 5ê Çileyê 2026an roja Duşemê, roja dawî ya pêşkêşkirina serlêdanan ji bo kesên ku dixwazin ji bo posta serokomariya Iraqê bibin namzed e.
Hate diyarkirin, wê deriyê namzedan heta dawiya demjimêrên fermî yên xebatê yên roja Duşemê vekirî bimîne û hate gotin, “Ev piştî ku parlamentoyê di 31ê Kanûn a 2012an de, li gorî Qanûna Hejmar 8, ji bo sê rojan deriyê namzedan vekir, pêk tê.”
Kî dikare bibe namzed?
Li gorî qanûna Iraqê, kesê ji bo posta serokomariyê xwe bike namzed divê van şertan bicih bîne: Bi eslê xwe Iraqî be û ji dê û bavên Iraqî çêbibe, Ne kêmî 40 salî be û xwedî jêhatîyên temam be, Xwedî navûdengek baş û ezmûnek siyasî be, Bi kêmanî bawernameya lîsansê hebe.
Herwiha divê tu mehkûmiyetên wî yên şermizar nebin û divê di bin prosedurên hesabdayîn û edaletê yên girêdayî rejîma Beasê de cih negirtibe.
Li gorî destûra Iraqê, parlementoya Iraqê mecbûr e ku di nav 30 rojan de piştî rûniştina yekem a rûniştina nû serokkomar hilbijêre. Parlementoya Iraqê rûniştina xwe ya yekem di 29ê Kanûn a 2025an de li dar xist û divê serketî berî dawiya Kanûnê were destnîşankirin.