PeyamaKurd – Parlementerê AKPê Mehmet Sait Yaz ji bo Rûdawê ragihand ku ji bo çareseriya mesela Kurd û aştiyê reşbeleka qanûn ya hatiye amadekirin bendene ku di nav mehekî de here meclisa Tirkiyê.
Yaz ragihand ku PKKê qebûl kiriye bi temamî çekan berde û ji çiya dakeve. Yaz got ku ew ketine pêvajoyekî nû û di wexta desthilata AKPê de di mijara qedexeya li ser ziman û çanda Kurdî reformên baş hatine kirin û bi berdana çekan re, wê di seha hûqûqî de gelek nîzanmname bikevin rojevê. Hedef ku heya Payîzê pêvajoyê temam bikin. Yaz got:
“Asta ku em gihanê, PKK biryarê daye ku çekan berde û di derveyê bikaranînê de bihêle. Yanî PKKê gotiye dest ji sîlihan berdide û teslîmê dewletê dike. Dewlet li beranberê wê, dema PKK van pêngavan bavêje, ew pêngavên yasayî yên bikevin terefê dewletê dê bavêje.”
Yaz, got ku teklîfa qanûn dê ji 16-17 xalan pêk were û bi giştî ew endamên rêxistinê yên neketine nav tevgerên çekdar, ji bo bikevin nava civakê û jiyana xwe bidomînin, dê di nav yasayan de hebin.
Yaz behsa piştî daketina PKKê ya ji çiya û statuya hûqûqî ya di pey wê re kir û got ji sê kategoriyan pêk tê. Di grûba yekem de ew endamên rêxistinê yên neketine nav şer, nebûne sedema kuştin û birîndarkirina kesan, dê ji bo wan çareseriyekî bilez û bi bandor bê afirandin.
Di kategoriya duyem de yên bi xwe ketibin nav şer, dê rewşa wan di nav heq û hûqûqê de zelal bibe. Kategoriya sêyem jî kadroyên PKKê yên di asta rêvebiriyê de û kesên di zîndanê de ne, wê rewşa wan di çarçova qanûnan de bi hûrgilî bên çareserkirin. Yaz weha dewam kir:
“Entegrasyona van kesan ji bo civakê, mafên wan yên xebatê, mafên perwerdê û kirina siyasetê, dê di parlementoyê de bê munaqeşekirin û biryarekî bê dayîn.”
Yaz, li ser pêvajoyê bi hêvî axifiye û behsa perwerda di zimanê Kurdî de ya bav û kalan de kiriye û gotiye:
“Ez bawerin wê heya Payîzê ev mijar bi biratî û bihuzur encam bide. Derdê Kurda biqede û pirsgirêka Kurd ji ortê rabe. Wê Kurd û Tirk di vateya rastiyê de bibin bira. Wê mafên mirovî, Îslamî û perwerda bi zimanê bav û kalan yanî mafên fitrî bi vê pêvajoyê bi temamî bixin bin garantiyê.”
Li ser dahatûya rêvebirên PKKê dê li ku bimînin, Yaz ragihand ku di mijarê de hêj biryarekî nedane, hinek alternatif hene ku dibe li Iraqê, li Ewrûpa an li welatekî dinê bimînin û biryara mijarê dê ji aliyê meqamên pêwendîdar de bê dayîn.
Li ser mijara bê partiyên siyasî li ser mijarê hemfikrin an ne hemfikrin, Yaz got ku di derveyê İYİ Partiyê de partiyên din li ser mijara çareseriyê hemfikrin û ev rewş jî lezê dide çareseriyê. Yaz got:
“Ev mijar weka mêzênê dimeşe. Gotinên destûrî û hûqûqî gelek hesasin lewra li ser qanûnan bi hezir xebat tên kirin.”