Parlementoya Brîtanyayê peymana Brexitê red kir

Parlementoya Brîtanyayê peymana Brexitê red kir

PeyamaKurd- Parlementoya Brîtanyayê careka din Peymana Brexitê ku li serê xebitîbûn û guherandinan tê de kiribûn, bi 391 dengî red kir. Dengên qebûlê li 242an de ma. Rêvebiriya Brîtanyayê bi Yekîtiya Awrûpa re li ser peymanê lihev kiribû.

Parlementerên ku peymanê qebûl nekirin dibêjin ku belgeya nû tişteka nû bo peymanê neaniye û tenê tê de şirove heye lewra razî nebûn. Dibe ku parlemento roja pêncşemê biryareka nû bide da peymanê dirêj bikin.

Veqetandina Brîtanyayê ji YA yê bi xwe re bareka diravî tîne û hem îstîhdama Brîtaniyan ya li Awrûpayê dixe nava talûkê an ew jî bo Brîtanyayê dibin bar.

Brîtanya di sala 2016an de di 23 ê hezîranê de bo veqetandina ji YA yê referandûm kiribû. %48 red û % 52 dengên qebûlê dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin