PeyamaKurd - Supaya Pasdarên a Îranê (IRGC), li ser êrîşên 23yê Nîsanê yên li ser parêzgeha Îsfehanê, daxuyaniyeke tund belav kir û hişyarî da ku her kiryareke nû ya êrîşkariyê dê bi bersiveke "ji hêviyên dijmin wêdetir" re rûbirû bibe.
Di demeke ku hewildanên bo gera duyem a danûstandinên Îslamabadê têne kirin de, Supaya Pasdarên Îranê gefên tund li Îsraîl û Amerîkayê xwarin.
Di daxuyaniya ku medya fermî ya Îranê belav kiriye de hatiye gotin ku bêdengiya hêzên çekdar ên Îranê ne nîşaneya qelsiyê ye, lê dikare di her kêliyê de veguhere "firtoneya dojehî" li dijî dijminan. Supaya Pasdaran destnîşan kir ku axa Îranê ji herêmên wekî Tabas û Îsfehanê berfirehtir e û dikare bibe qada têkçûna hemû êrîşkaran.
Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de bang li Amerîkayê kir ku "rastiyan qebûl bike" û xwe neke lîstika destê serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu.
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku bingehên Amerîkayê yên li herêmê hatine rûxandin û êdî naxebitin; loma tenê vebijêrka li pêşiya Washingtonê "vekişîna bilez û bê şert û merc" a ji herêmê ye. Herwiha hat tekez kirin ku kontrolkirina Tengava Hurmizê wekî stratejiyeke sereke ya leşkerî ya Îranê di dema şer de û piştî şer jî dê berdewam bike.