Pasînyan: Pênasekirina komkujiya Ermenan serkeftina rastiyê ye

Pasînyan: Pênasekirina komkujiya Ermenan serkeftina rastiyê ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser biryara pênasekirina ‘Qira Ermenan’ di senatoya Amerîkayê de got ku ew serkeftina dadperwerî û rastiyê ye.

Nîkol Paşînyan li ser twitterê biryara pênasekirina komkujiya Ermeniyan weke jenosîd ji aliyê Amerîkayê nirxand û spasiya xwe pêşkeşî Encûmena Pîran a senatoya Amerîkayê kir.

Paşînyan biryar wekî serkeftina dadperwerî û rastiyê bi nav kir û got ku ew biryar, ‘rêzgirtinek e li yek mîlyon û nîv Ermeniyên qurbaniyên yekem jenosîda sedsala 20an’ û ‘gaveke wêreke ji bo rêlirbertina dubarebûna bûyerên bi vî rengî’.

Endamê Komîteya Encûmena Pîran Rob Menendez, şeva borî dengdana pênasekirina komkujiya ermenan gotibû, “Me deng bi jenosîda Ermeniyan da û ev jî karekî rast e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser rêya rast a dîrokî diçe.”

Herwiha ji aliyê xwe Tirkiye bertekên tund nîşanî wê biryarê dide û îro jî balyozê Amerîka yê Enqerê bo wezareta derve ya Tirkiyê hat xwestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin